Di şevên tarî û zilemat de xwendina helbestan (Stockholm)
Di zivistana Swêdê de di, şevên tarî û taristanê de xwendina helbestan giyanê jiyanê bi mirovî xweştir dike ku mirov li hespê xwe yê bayê swar be
15:22:00 2009-12-25

Di zivistana Swêdê de di, şevên tarî û taristanê de xwendina helbestan giyanê jiyanê bi mirovî xweştir dike ku mirov li hespê xwe yê bayê swar be, berê xwe bide welatê rojê û stresa hemû kul û kovan ji ser xwe bavêje. Bi gotina mirovên berê mirov leşê xwe qetab dike. Qetab renge yên ku kultira wan ya gundan nebe nizanibin çiye? Qetab, xwe nûkirine, nûjeniye. Ez bawer dikim şeva helbetan ku ji aliyê Komela Nivîskarên Kurd li Swêde ve hat lidarxistin renge ji bo vê mebestê bû. An jî ji bo min weha hat.

 


Duhî êvarê şeva helbest xwendinê li paytexta Swêdê Stockholma rengîn pêkhat. Her çiqas Stockholm bajerek rengî be jî, lê niha befra zivistanê ser û ber li xwezaya Stockholmê sipî kiriye û her dever di bin befrê de maye.


Şeva helbestan bi axaftina serokê Komelê Zinar Soranî destpêkir û xêrhatinê li hemû mêvanan kir. Paşê nivîskarê Kurd Serdar Rojan şevahengê birêve bir û beşdaran yek bi yek bangî ser mikrefonê kir. Şevê bi muzika zindî ya hunermendan Armanc, Baha Şêxo û bi tembûra Remzî Amedî destpêkir.


Di şeva helbestan de helbestvan û nivskar Malmisanij helbesteka xwe bi zaravê kirdkî(zazaki) xwend, paşê nivskar û hozanvan Sidqî Hirorî ji başûrê welat çend helbestên xwe yên evîndarî pêşkêşê mêvanan kir. Piştê xwendina çend helbestan û guhdarikirina muzika xweş navbirek hat dayin û beşdaran dest bi xwarina xwe ya xweş ku aşpêjê navdar Şêxmûsê Serêkaniyê li Aşxaneya xwe ya xweşik li Hornstullê amadekiribû xwarin.


Piştê navbirê hunermendê dengxweş Baha Şêxo dest bi stranên nemir Mihemd Şêxoyî kir û dûre helbestvan Felemez Akad ji bakurê welat helbestên xwe yên xweş li ser zivistan û tarîtiya Swêdê pêşkêş kir. Di şevbêrka helbestan de ne tenê helbest hebûn, herweha serokê Komelê Zinar Soran bi pêkenînên xwe yên xweş şevbêrkê dewlemendtir kir. Ji mêvanên beşdar Lorin Berzenciyê jî du stran pêşkêş kir.


Ji bilî helbestvan, nivîskar û mêvanan, ji masmedya Kurdî, jî Radyo Aştî Hacî Kardoxî û hevkarê wî Ersîn Şerîf jî di şevbêrkê de amade bûn û çalakiya şevê tomarkirin. Herweha Kurdweb jî bi kamerevanê xwe li wê derê amade bû.


Mixabin ku di programê de helbestvan û nivîskar Kemal Burkay jî hebû, lê ji ber hindek hoyên taybet nekarî di şevê de beşdarî bike. Tenê me qîma xwe bi silavên wî anî.


Her çiqas meraqî û heskirên helbestan kêmbin jî lê dîsa şeveka xweş û rengîn bû ku şiya  mora xwe li dîroka Komela Nivîskarên kurd li Swêdê bixe. Şevbêrkê bi muzîka hunermend Baha Şêxo û Armanc dewamkir heta derengiya Şevê ajot û beşdaran mest kir. Di şevê de gelek kesên navdar beşdar bûn ku pêwîst nake em navên wan bêjin hun dikarin li wênegaleriya me seyr bikin.
Bi hêviya berdewamiya şevbêrkên weha.

Ji bo hemû wêneyên şeva helbesta hun dikarin li ser linka fotogaleri bitikînin û berê xwe bidin
wan. Herweha di demeka kurt de em dê şeva helbestxwendinê di linka video galerîde bicih bikin.

Haci Kardoxî

25-12-2009
www.radioasti.org

Bu haber  563  kere okundu