![]() |
Rizgar Kêsteyî
kesteyi_rizgar@yahoo.com |
| x Giyanê Pêþmerga û du xaniyên Mexrib |
|
Mixabin li vi welatê me ku ji her welatekî pirtir pêdivî bi xurtkirina hizr û bîrên netewayetî ye, roj bo rojê tiþtên seyr û kes nedîtî bi ber çavên me dikevin ku bo me diyar diken netenê di nav xelkî de, belê di dezgeyên me yên dewletê jî da reng û sîmayê bingehên netewayetî gelek di lawazin yan jî hindek car her nînin. Li hemû welatên cîhanê milletên wan rêz û bihayekê taybet didine þerker û qehremanên xwe, heta eger wan þerkeran welatên xelkê dî jî dagîr kiribin. Bo nimûne wekê leþkerên Emrîkî yên ku piþkdarî di þerê Viyetnamê da kiribin, ku nûke jî wek qehreman rêz lê tête girtin û wek mirovên pîroz têne dîtin. Li vî welatê me jî yê ku hêþta li binê jêhelîye û rêkeka gelek dûr û asteng li pêþiyê ye, mixabin piraniya qehremanên me ketine kolanan bêkar û xudan û xelkekê ne ji hejî li ser hisaba wan bûne xudanê her tiþtî. Ji bilî azadiya bi dest me ve, heta ku berhemê xuh û xunavan kehremanane, dîsan aramî tenahiya ku em evro jî têda dijîn eger ev pêþmerge nebin ku li Þengal, Zûmar, Mûsil, Mexmur û Kerkûkê û cihên dî wek dîwarekê qayîm û mukum me ji trombêlêm TNT kirî û hêrîþên dijminan biparêzin dê her roj parçên me û zarokên me jî wekî yê xelkê naverast û baþûrê Îraqê ji ber esmanan hêne xwarê. Lê gelo em vê çendê têdibînin? Ez dibêjim mixabine, ji ber ku em dibînin rojane ew bi TNT û hêrîþên dijminên faþîst têne þehîdkirin ji bo ku me biparêzin, lê bo gelekan ji me nexem e. Belgeya min jî li ser vê çendê ewe ku nîvroya 25/12/2009 dema karwanekê Pêþmerga ji Zaxo ji bo erkê pêþmergatî diçûne Þengalê, li nêzîkî Rebîê Erebên terorîst trombêlek bi karwanê wan ve vepeqanî û di heman dem de li du cihên dî jî TNT li ber wan danayîn û di encam jî de pêþmergeyek þehîd bû û 16 jî birîndar bûn. Ka vêja em temaþekeyn gelo dengvedana vê bûyera nexûþ di medya Kurdî de çewa bû? Piþtî ku min bi telefonê ev nûçeye wergirtî, êvarê ez li ber TV ê rûniþtim ji ber ku min diviya rontir dirêjiya vê nûçeyê bizanim bo demê nûçeyên destpêka þevê û min jî bire ser kanelekî yê satalaytê ku ji Hewlêra paytext û bi parê hukmeta Kurdistanê tête weþandin. Nûçe bi dûmahî hatin, ne baþ ne xirab kanala me amaje neda kiryara terorîstî, þehîd û birîndarên me yên pêþmerge lê hinek nûçeyên wekî henekên zarokan têde hatne belavkirin ku ne ji dûr ne ji nêzîkve nûçebûn û nej î peywendiya wan bi Kurd û Kurdistanê ve hebûn. Min jî qîma xwe bi hindê îna ku ”berê 6-7 demjimêrin vê kiryarê rûdaye û belkî hêþta vê kanalê ew nûçe amade nekiriye” Dê baþe, bû direng dîsa dema nûçeyên vê kenalê Kurdî yê bi navûdenê desthilata Kurdistanê hat û min careka dî min guhên xwe li ber veçinîn dîsan diyar bû xwîna Pêþmergên reben bo kenalê me nexem bû û qet behsa wan nekir, lê ew nûçeyên dî yên wan belav kirîn diyar bû ku li goreyî wan gelek ji giyanê Pêþmergan di giringtir bû ku yek ji wan eve bû: ”evroke piþtî baraneka dijwar li hindek cade û kolanên welatê Mexrîb lehî rabûn û jêderekî ragihand ku ev lehiye bûne egera xirabkirina du xaniyên axê û hindek cihên cadê”!!! Rizgar Kêsteyî 29.12.2009 |
![]() |
2009-12-29 | Nivîs | 774 | car hatiye xwandin |
![]() |
![]() |
|
Nivîsên din yê Rizgar Kêsteyî
|
|
Þirove
|
![]() |
Rizgar Kêsteyî
Giyanê Pêþmerga û du xaniyên Mexrib 2009-12-29 |
![]() |
Xizan Þîlan
2009-12-22 |
![]() |
Kamran Simo Hedilî
2010-02-01 |
![]() |
Ersîn Þerîf
Di þevên tarî û zilemat de xwendina helbestan. 2009-12-26 |
![]() |
Heci Kardoxî
Hilbijartina Parlementoya Ewrûpayê û Helwêsta Rêxistinên Kurd li Swêdê 2009-11-19 |








