Ferman
![]() |
Kamran Simo Hedilî
|
| x Ferman |
|
Ferman ”Cil spî, þûtik reþ in.
Xwedê nenas in, Ehrîman perest in.
Bi kêrên yaqubî û xençerên zerdeþtê agirperest in.
Ew in yên mafê þivanan ji bîst pezî yekê.
Yên aþvanan ji þazdeh kodan kodekê didin.
Salnama duwazdeh ajelî bi kar tînin.
Çar hiriyan cuda reng dikin.
Bi wê curê demsalên xwe nas dikin.
Ew in yên ji zewaca Ehrîman û mirovan çêbûne.
Ji nijda cinan peydabûne.
Bi hunerên xwe dengbêj in.
Di dema þerê li dijî qirkirina xwe de
Bi bablakan û þêxanî dileyîzin.
Di þer de gelekî destdirêj in.
Bê werine kuþtin, her ser êþ in
Tirsa dilê Dehaqê mezin bû.
Bi eslê xwe Mîtanî û Kardox in.
Mê û nêr, hûr û gir tev xwîn rêj in.”
Ferman ji paytexta komara viran hat.
Mîna fermana ji paytexta ku Helacê Mensûr lê hatî çermkirin.
Bi hatina fermannamê re borîjenvanan pifî boriya zilmê kirin.
Xakê pîroz ji agir avis kirin.
Bi giriyê dara mazî re digirî ax.
Dalên laþxwer, nikul û pencên xwe ji xwîna zarokên rojê sor kirin.
Bi mija rengzîv re kurkan hêkên xwe ji hêlînan avêtin.
Wîzîna mîroyan di qurmên darên jahrxwarî de bela dibe.
Bi zengilan, digerin mirovên ling hesin.
Ne Mîrhesin, ne dua û ne çîr têne pejirandin.
Virekên ku ji virên xwe bawer dikin, gotegota viran belav dikin.
‘‘Bazên çiyan, giyayê deþtê û kûnciyên geliyên kûr xwarine.‘‘
Bihara bîreweriyê dorpêç dikin.
Guriya agir kirine neynik.
Tawan li dadweriyê siwarkirin.
Keviran peyam dan ku dev ji laliya xwe berdin.
Xweza di amadekariya bizavê de ye.
Hechecika beravêtî, barê sebrê di çavên xwe de veþartiye.
Dilovanî keskesora asîman e.
Wijdana cîhanê, di dilê kevoka birîndar de bi cih bû ye.
Bi rondikên çavên þîlanê, bi bêhna þewata nanê sêlê, bi çêja evîna biharê, za û herikî karwan.
Bi agir û girî, hêvî û bawerî gihane hev.
Di her pêgavê de xweþikiyek, îqna kirin.
Stêrên asimanê Hûriya û kulîlkên çiya û mêrgên Hatiya kenîn.
Bêhna þîrê tir ji gewriya zarokan tê û di hiþê kovankêþan de dimeyê.
26.12.2009
Kamran Simo Hedilî
|
![]() |
2009-12-27 | Nivîs | 207 | car hatiye xwandin |
![]() |
![]() |
|
Nivîsên din yê Kamran Simo Hedilî
|
|
Þirove
|
Niviskar
![]() |
Rizgar Kêsteyî
Giyanê Pêþmerga û du xaniyên Mexrib 2009-12-29 |
![]() |
Xizan Þîlan
2009-12-22 |
![]() |
Kamran Simo Hedilî
2010-02-01 |
![]() |
Ersîn Þerîf
Di þevên tarî û zilemat de xwendina helbestan. 2009-12-26 |
![]() |
Heci Kardoxî
Hilbijartina Parlementoya Ewrûpayê û Helwêsta Rêxistinên Kurd li Swêdê 2009-11-19 |
Anket








