Di þevên tarî û zilemat de xwendina helbestan.
  Ersîn Þerîf

          ersin.serif@radioasti.org
         x Di þevên tarî û zilemat de xwendina helbestan.

Di zivistana Swêdê de di, þevên tarî û taristanê de xwendina helbestan giyanê jiyanê bi mirovî xweþtir dike ku mirov li hespê xwe yê bayê swar be, berê xwe bide welatê rojê û stresa hemû kul û kovan ji ser xwe bavêje. Bi gotina mirovên berê mirov leþê xwe qetab dike. Qetab renge yên ku kultira wan ya gundan nebe nizanibin çiye? Qetab, xwe nûkirine, nûjeniye. Ez bawer dikim þeva helbetan ku ji aliyê Komela Nivîskarên Kurd li Swêde ve hat lidarxistin renge ji bo vê mebestê bû. An jî ji bo min weha hat.

Duhî êvarê þeva helbest xwendinê li paytexta Swêdê Stockholma rengîn pêkhat. Her çiqas Stockholm bajerek rengî be jî, lê niha befra zivistanê ser û ber li xwezaya Stockholmê sipî kiriye û her dever di bin befrê de maye.
 
Þeva helbestan bi axaftina serokê Komelê Zinar Soranî destpêkir û xêrhatinê li hemû mêvanan kir. Paþê nivîskarê Kurd Serdar Rojan þevahengê birêve bir û beþdaran yek bi yek bangî ser mikrefonê kir. Þevê bi muzika zindî ya hunermendan Armanc, Baha Þêxo û bi tembûra Remzî Amedî destpêkir.
 
 
Di þeva helbestan de helbestvan û nivskar Malmisanij helbesteka xwe bi zaravê kirdkî (zazaki) xwend, paþê nivskar û hozanvan Sidqî Hirorî ji baþûrê welat çend helbestên xwe yên evîndarî pêþkêþê mêvanan kir. Piþtê xwendina çend helbestan û guhdarikirina muzika xweþ navbirek hat dayin û beþdaran dest bi xwarina xwe ya xweþ ku aþpêjê navdar Þêxmûsê Serêkaniyê li Aþxaneya xwe ya xweþik li Hornstullê amadekiribû xwarin.
Piþtê navbirê hunermendê dengxweþ Baha Þêxo dest bi stranên nemir Mihemd Þêxoyî kir û dûre helbestvan Felemez Akad ji bakurê welat helbestên xwe yên xweþ li ser zivistan û tarîtiya Swêdê pêþkêþ kir. Di þevbêrka helbestan de ne tenê helbest hebûn, herweha serokê Komelê Zinar Soran bi pêkenînên xwe yên xweþ þevbêrkê dewlemendtir kir. Ji mêvanên beþdar Lorin Berzenciyê jî du stran pêþkêþ kir.
Ji bilî helbestvan, nivîskar û mêvanan, ji masmedya Kurdî, jî Radyo Aþtî Hacî Kardoxî û hevkarê wî Ersîn Þerîf jî di þevbêrkê de amade bûn û çalakiya þevê tomarkirin. Herweha Kurdweb jî bi kamerevanê xwe li wê derê amade bû.
Mixabin ku di programê de helbestvan û nivîskar Kemal Burkay jî hebû, lê ji ber hindek hoyên taybet nekarî di þevê de beþdarî bike. Tenê me qîma xwe bi silavên wî anî.
Her çiqas meraqî û heskirên helbestan kêmbin jî lê dîsa þeveka xweþ û rengîn bû ku þiya mora xwe li dîroka Komela Nivîskarên kurd li Swêdê bixe. Þevbêrkê bi muzîka hunermend Baha Þêxo û Armanc dewamkir heta derengiya Þevê ajot û beþdaran mest kir. Di þevê de gelek kesên navdar beþdar bûn ku pêwîst nake em navên wan bêjin hun dikarin li wênegaleriya me seyr bikin.
Bi hêviya berdewamiya þevbêrkên weha.

 

Ji bo hemû wêneyên þeva helbesta hun dikarin li ser linka fotogaleri bitikînin û berê xwe bidin
wan. Herweha di demeka kurt de em dê þeva helbestxwendinê di linka video galerîde bicih bikin.

 
Ersîn Þerîf
Haci Kardoxî
 
www.radioasti.org
25-12-2009 
2009-12-26 Nivîs 963  car hatiye xwandin
Nivîsên din yê Ersîn Þerîf

Di þevên tarî û zilemat de xwendina helbestan. Radyoya Aþtî bîy mêmanî (misafirî) Newroz TV

Þirove
Niviskar
Rizgar Kêsteyî

Giyanê Pêþmerga û du xaniyên Mexrib

2009-12-29
Xizan Þîlan

ÎSKEÎSKA BEXTA PÎNEKIRÎ

2009-12-22
Kamran Simo Hedilî

ewqasî li benda te mam

2010-02-01
Ersîn Þerîf

Di þevên tarî û zilemat de xwendina helbestan.

2009-12-26
Heci Kardoxî

Hilbijartina Parlementoya Ewrûpayê û Helwêsta Rêxistinên Kurd li Swêdê

2009-11-19

Anket

Hun jibo çi malpera Radio Astî dixwînin?

ji bo program radio
Him ji bo nivîskar û him jî bo nûçeyên wî
Ji bo nivîskarên wî
Ji bo nûçeyên wî