 |
Kamran Simo Hedilî
|
|
x Finda mîhrabê |
|
Finda mîhrabê
Tu strana serkeftina xoþewîstiyê!
Þîniya xeyalên Sîmirên çiyayî!
Dengbêjiya mirinê vedigerînî jînê!
Herifandina dîwarê virên asê!
Cejna kuþtina ejdeharê heftserî!
Roja xwedawendên xweþiyiyê!
Reng û dengê rûmeta hevbeþ!
Bi roniya darbestên stêrên bêgor, tav rûyê gulan dadigire.
Þev giyan dide, tarî parçe dibe û ken diberiqe.
Te helbest bi çemên pîroz re dirêjî goristanên Sumeran kirin.
Efsane, çîrok û çîvanokan di henasê de þîn kirin.
Dergeh li ber dilê dîlan vekir.
Tu vekirina kulîlkên vînê û fedîkirina mirina xweþmêran î.
Tu narînî, xweþkî û wekheviya nav rûpelên dîroka kevzgirtî yî.
Tu þadiya AhuraMazda û giriyê mirina Ehrîman î.
Tu newroz î.
Newroz evîn e û evîn newroza mezin e.
Tu bihara hawara Ferîdûn û asoyê dilsoz! .
Raperiya pilingên rojê!
Êþa bihara bixwîn û tewafa þikefta birîndaran!
Dilêriya li kozik û çeperan, rayê xwe ber didê jiyanê!
Veriþandina lûlên tivingan!
Qêrîna meydanan!
Dengê tofan û bahozên ker!
Pîrozkirina dûrûþmên Agîdan!
Herika kurtepista ji dayikbûna, kuþtina bêdengiyê!
Mamosta yê tifkirina çax û dewranên derewîn!
Tu serhildana di govenda jîn û mirinê de yî.
Tu çirandina rûpelên çarenûsa virek î.
Tu berxwedana di reqsa agir de yî.
Tu þewatên vejînê û gefxwarina li mirina çaxên rûreþ î.
Te sirê netêkçûnê ji hostayê diyaletîka dîrokê, zaniyarên netewan û bijîþkên qiyametê re got.
Agirpêjiya çirûskên Qendîl, wêrekiya þagirdên Zerdeþt, çira lûtkên çiyan, hêviya deþt û bajaran!
Te tovê bereketê li zeviyên hiþ reþand.
Te ev xakê bûyî hêlîna bala û serkeftinan, lanet û efsaneyên pîroz, ol û nebîyan, qewl û kilamên qedîm, anî ber zayîna xêr û bêrê.
Te Spartekusên hemdem li bircên awazên min vejandin.
Te kir bêrîkirin ji kevanên lehengiya, lehengên Oremar û Zêyê Mezin bizin.
Xewn di bihara þer û evînê de ye.
Dem, dema gotina sirûda te ye.
Kamran Simo Hedilî
15.12.2009
|
 |
2009-12-15 |
Nivîs |
248 |
car hatiye xwandin |
|