| ewqasî li benda te mam | |
|
stêra guharên asîmanan senfonaya bêxewiyê şirîka tenêtiya rondikên bidizî dilêriya li pêşberî mirinê pirpirîka reqsa biharê afirênera beyanên min ewqasî li benda te mam dengê şadiyê dev ji min berda cihên tewafa ramûsanan xwe li awirên min dipêçin stêra gerok di nava min de mezin dikin zivistanên vir avê di gewriya min de dikin kevir ewqasî li benda te mam dengê şadiyê dev ji min berda efsana sîmirê hawaran firokiya siwarê hespê çîrokan dûyê pixûriya hurmûzgehan dar ewr rê germ û sarî Têlî ya Husênê Farî li bendewariya min digirîn ewqasî li benda te mam dengê şadiyê dev ji min berda şevên çav tenî baranên tî zinarên bîrovgirtî hevrazên mija dûr sernişivên gêj rawestgehên serxweş û tofanên bê zayîn li bendewariya min barîn ewqasî li benda te mam dengê şadiyê dev ji min berda baweriya ol û felsefê nêrîna çep û rastê îro û dawiya jînê keştiya henasa hebûn û nebûnê êşa vebûna rayên xwînê qirçe qirça darbestên birîndar birûska şikestokên giyanê min şikandî li bendewariya min dinalin ewqasî li benda te mam dengê şadiyê dev ji min berda 05.01.2010 Kamran Simo Hedilî |