| Giyanê Pêşmerga û du xaniyên Mexrib | |
|
Mixabin li vi welatê me ku ji her welatekî pirtir pêdivî bi xurtkirina hizr û bîrên netewayetî ye, roj bo rojê tiştên seyr û kes nedîtî bi ber çavên me dikevin ku bo me diyar diken netenê di nav xelkî de, belê di dezgeyên me yên dewletê jî da reng û sîmayê bingehên netewayetî gelek di lawazin yan jî hindek car her nînin. Li hemû welatên cîhanê milletên wan rêz û bihayekê taybet didine şerker û qehremanên xwe, heta eger wan şerkeran welatên xelkê dî jî dagîr kiribin. Bo nimûne wekê leşkerên Emrîkî yên ku pişkdarî di şerê Viyetnamê da kiribin, ku nûke jî wek qehreman rêz lê tête girtin û wek mirovên pîroz têne dîtin. Li vî welatê me jî yê ku hêşta li binê jêhelîye û rêkeka gelek dûr û asteng li pêşiyê ye, mixabin piraniya qehremanên me ketine kolanan bêkar û xudan û xelkekê ne ji hejî li ser hisaba wan bûne xudanê her tiştî. Ji bilî azadiya bi dest me ve, heta ku berhemê xuh û xunavan kehremanane, dîsan aramî tenahiya ku em evro jî têda dijîn eger ev pêşmerge nebin ku li Şengal, Zûmar, Mûsil, Mexmur û Kerkûkê û cihên dî wek dîwarekê qayîm û mukum me ji trombêlêm TNT kirî û hêrîşên dijminan biparêzin dê her roj parçên me û zarokên me jî wekî yê xelkê naverast û başûrê Îraqê ji ber esmanan hêne xwarê. Lê gelo em vê çendê têdibînin? Ez dibêjim mixabine, ji ber ku em dibînin rojane ew bi TNT û hêrîşên dijminên faşîst têne şehîdkirin ji bo ku me biparêzin, lê bo gelekan ji me nexem e. Belgeya min jî li ser vê çendê ewe ku nîvroya 25/12/2009 dema karwanekê Pêşmerga ji Zaxo ji bo erkê pêşmergatî diçûne Şengalê, li nêzîkî Rebîê Erebên terorîst trombêlek bi karwanê wan ve vepeqanî û di heman dem de li du cihên dî jî TNT li ber wan danayîn û di encam jî de pêşmergeyek şehîd bû û 16 jî birîndar bûn. Ka vêja em temaşekeyn gelo dengvedana vê bûyera nexûş di medya Kurdî de çewa bû? Piştî ku min bi telefonê ev nûçeye wergirtî, êvarê ez li ber TV ê rûniştim ji ber ku min diviya rontir dirêjiya vê nûçeyê bizanim bo demê nûçeyên destpêka şevê û min jî bire ser kanelekî yê satalaytê ku ji Hewlêra paytext û bi parê hukmeta Kurdistanê tête weşandin. Nûçe bi dûmahî hatin, ne baş ne xirab kanala me amaje neda kiryara terorîstî, şehîd û birîndarên me yên pêşmerge lê hinek nûçeyên wekî henekên zarokan têde hatne belavkirin ku ne ji dûr ne ji nêzîkve nûçebûn û nej î peywendiya wan bi Kurd û Kurdistanê ve hebûn. Min jî qîma xwe bi hindê îna ku ”berê 6-7 demjimêrin vê kiryarê rûdaye û belkî hêşta vê kanalê ew nûçe amade nekiriye” Dê başe, bû direng dîsa dema nûçeyên vê kenalê Kurdî yê bi navûdenê desthilata Kurdistanê hat û min careka dî min guhên xwe li ber veçinîn dîsan diyar bû xwîna Pêşmergên reben bo kenalê me nexem bû û qet behsa wan nekir, lê ew nûçeyên dî yên wan belav kirîn diyar bû ku li goreyî wan gelek ji giyanê Pêşmergan di giringtir bû ku yek ji wan eve bû: ”evroke piştî baraneka dijwar li hindek cade û kolanên welatê Mexrîb lehî rabûn û jêderekî ragihand ku ev lehiye bûne egera xirabkirina du xaniyên axê û hindek cihên cadê”!!! Rizgar Kêsteyî 29.12.2009 |