Di ževźn tarī ū zilemat de xwendina helbestan.

Di zivistana Swêdê de di, ževên tarî û taristanê de xwendina helbestan giyanê jiyanê bi mirovî xwežtir dike ku mirov li hespê xwe yê bayê swar be, berê xwe bide welatê rojê û stresa hemû kul û kovan ji ser xwe bavêje. Bi gotina mirovên berê mirov ležê xwe qetab dike. Qetab renge yên ku kultira wan ya gundan nebe nizanibin çiye? Qetab, xwe nûkirine, nûjeniye. Ez bawer dikim ževa helbetan ku ji aliyê Komela Nivîskarên Kurd li Swêde ve hat lidarxistin renge ji bo vê mebestê bû. An jî ji bo min weha hat.

Duhî êvarê ževa helbest xwendinê li paytexta Swêdê Stockholma rengîn pêkhat. Her çiqas Stockholm bajerek rengî be jî, lê niha befra zivistanê ser û ber li xwezaya Stockholmê sipî kiriye û her dever di bin befrê de maye.
 
Ževa helbestan bi axaftina serokê Komelê Zinar Soranî destpêkir û xêrhatinê li hemû mêvanan kir. Pažê nivîskarê Kurd Serdar Rojan ževahengê birêve bir û beždaran yek bi yek bangî ser mikrefonê kir. Ževê bi muzika zindî ya hunermendan Armanc, Baha Žêxo û bi tembûra Remzî Amedî destpêkir.
 
 
Di ževa helbestan de helbestvan û nivskar Malmisanij helbesteka xwe bi zaravê kirdkî (zazaki) xwend, pažê nivskar û hozanvan Sidqî Hirorî ji bažûrê welat çend helbestên xwe yên evîndarî pêžkêžê mêvanan kir. Pižtê xwendina çend helbestan û guhdarikirina muzika xwež navbirek hat dayin û beždaran dest bi xwarina xwe ya xwež ku ažpêjê navdar Žêxmûsê Serêkaniyê li Ažxaneya xwe ya xwežik li Hornstullê amadekiribû xwarin.
Pižtê navbirê hunermendê dengxwež Baha Žêxo dest bi stranên nemir Mihemd Žêxoyî kir û dûre helbestvan Felemez Akad ji bakurê welat helbestên xwe yên xwež li ser zivistan û tarîtiya Swêdê pêžkêž kir. Di ževbêrka helbestan de ne tenê helbest hebûn, herweha serokê Komelê Zinar Soran bi pêkenînên xwe yên xwež ževbêrkê dewlemendtir kir. Ji mêvanên beždar Lorin Berzenciyê jî du stran pêžkêž kir.
Ji bilî helbestvan, nivîskar û mêvanan, ji masmedya Kurdî, jî Radyo Ažtî Hacî Kardoxî û hevkarê wî Ersîn Žerîf jî di ževbêrkê de amade bûn û çalakiya ževê tomarkirin. Herweha Kurdweb jî bi kamerevanê xwe li wê derê amade bû.
Mixabin ku di programê de helbestvan û nivîskar Kemal Burkay jî hebû, lê ji ber hindek hoyên taybet nekarî di ževê de beždarî bike. Tenê me qîma xwe bi silavên wî anî.
Her çiqas meraqî û heskirên helbestan kêmbin jî lê dîsa ževeka xwež û rengîn bû ku žiya mora xwe li dîroka Komela Nivîskarên kurd li Swêdê bixe. Ževbêrkê bi muzîka hunermend Baha Žêxo û Armanc dewamkir heta derengiya Ževê ajot û beždaran mest kir. Di ževê de gelek kesên navdar beždar bûn ku pêwîst nake em navên wan bêjin hun dikarin li wênegaleriya me seyr bikin.
Bi hêviya berdewamiya ževbêrkên weha.

 

Ji bo hemû wêneyên ževa helbesta hun dikarin li ser linka fotogaleri bitikînin û berê xwe bidin
wan. Herweha di demeka kurt de em dê ževa helbestxwendinê di linka video galerîde bicih bikin.

 
Ersîn Žerîf
Haci Kardoxî
 
www.radioasti.org
25-12-2009