ÎSKEÎSKA BEXTA PÎNEKIRÎ

ÎSKEÎSKA BEXTA PÎNEKIRÎ

ez

li nav toz û dûmanê jiyana xopan
tawanbar hatim dinyaya
virek û gurî
li navbera parzemînên giyan
ba û bahozan nalenal e
erd û asîman lerizîn
dar û daristan rizîn
heyv û stêrk
di axîna çirûskên rêgeha xwe de
gevizîn
newal û robar qelişîn
çiya û kevir qefilîn
dem û demsal werimîn
mûyên serê temenê bêbext
rûçikîn
kaniya şerbeta eşq û hesretê
miçiqîn
awirên silavên roniya beyanan
di xezeba ewrên bixof de
perçiqîn
neynika evîna dilê xeşîm
şikest
şewqa çira odeya hestên şîrîn
vemirî
ramûsanên xunava lêvên şermok
kevz girtin
hêlîna beytikên gulîstana kesk
herifî
ji kezeba şevên tenetiya kambax
firmêskên şewata nalînan
diniqutin
ji çem û lehiyên westiyayî
qêrînên xerîbiyê diherikin
aramiya biharên rengîn
li nav pêlên çarenûsa pûç
wer bûn
hêvî û xeyal
di konçala dewranên genî de
fetisîn
stûna koşk û serayên pişta ciwaniyê
telişî û hilweşî
hezkirin û bêrîkirin
li ber bareşa feleka xayin
têkçûn
roj
li tenîşta giyanê tevzînok
ketin xewa tiraliyê
şev
di kirasê xemgîniya kor û lal de
vediciniqe
li xewên şevistanan
siya tirsa xewnereşkên bixof
dipale ser qêrîn û hawara min
peşkên barana bextewariyê
li ser zeviya daxwazên perîşan
qet nebarî
xêrnexwezan
bîra êş û keserê
li ser qefesa xeyalên piştxûz
kolandin
bêhna kulîlkên azadiyê
li hingurê asoya çolên ziwa
çilmisandin
giloka werîsê bextreşiyê
li stûyê şahiyên şevbihêrkan
alandin
mecnûnê çolistanên gerok
di zîndana rûreşiyê de
dîl girtin
derdora rêya fezîleta derûniya min
bi agirê talana têlstriyan
rapêçan
êşa dengvedena gewriya
şikeftên hinavê min
kes nabîhîze
êdî ez her şev
li nav baxê ramanên Manî
şereba dilovaniya Ahûramazda
vedixwim
kul û birîna sirên bîranînan
bi şeweta dengê bilûra keserkêşan
dikewînim
hevokên bedena helbesta tazî
bi keskesora asoya deryayê
dixemilînim
li nav reşbîniya hestên newêrek
zengilê dergehên xweşbîniyê
dihejînim
bi saya tembîhgotinên Hesenê Metê
ji nav pêlên tofana gunehkariyê
difilitim
û di hembêza xewa mirinê de
bi ferişteyên dojehê re
direqisim
 
Xizan Şîlan
2009-03-09
Stockholm