DTP hate girtin
DTP hate girtin

2009-12-12 - 02:40

Serokê Dadgeha Makezagonê yê Komara Tirkiyê Haþim Kýlýç, îro danê êvarê biryarê daweya girtina DTP'ê bi civîneke çapemeniyê da eþkerekirin. Kýlýç, da zanîn ku, "dema çalakiyên DTP'ê bi yên rêxistina teror re bê nirxandin; tê dîtin ku li hember yekparebûna dewletê bûye mîhraq û biryarê girtinê ya vê partiyê bi pirraniya dengan hatiye girtin.'' Dadgehê herweha biryarê 5 sal qedexekirina siyasetê da Hevserokê Giþtî yê DTP'ê Ahmet Türk û parlamentera DTP'ê ya Amedê Aysel Tugluk'ê. Tevî Türk û Tugluk'ê ji bo 36 DTP'yî yan, heman biryar hate dayîn. Bi vê yekê, di meclîsa tirk de jimara parlamenterên DTP'ê ji 21'ê daketin 19'yan.

Hevserokê Giþtî yê DTP'ê Ahmet Türk, piþtî eþkerekirina biryarê girtinê daxuyaniyek kurt da çapemeniyê û got: "Tirkiye wê bi girtina partiyan nikaribe pirsgirêkê çareser bike. Em li piþt biryarên ku me berê girtibûn disekinin. Emê xebatên xwe yên ji bo aþitî û demokrasiyê bidomînin. Dê aþitî û demokrasî hetmen biserkeve.''

Nûçeya biryara girtina DTP'ê, ji aliyê ajansên cîhanê ve jî wek "flaþ" hate dayîn. Associated Press, nûçe weha gihand aboneyên xwe: "Dadgeha Makezagona Tirk, biryar da ku partiya kurdperwer ji ber têkiliyên wê yên bi PKK'ê bê girtin.'' Ajansek nûçeyan ya din AFP'yê jî bi vê hevokê bûyer ragihand: ''Serokê Dadgeha Makezagonê yê Tirk, da zanîn ku, partiya kurdperwer hate girtin." DTP, wê sibê seet di 12:00an de li ser biryarê girtinê derkeve pêþ çapemeniyê.

Rizgarî Online/Yado Ciwan


 

2009-12-12 02:40
Þirove
Nûçeyên din ku dikevin kategoriya Rojev
Sersala we pîroz be Programek bi wate li ser rewþa guhertinên dawî li Tirkiy û Kurdistanê Ergenekon Ahmet Türk ve Aysel Tuðluk,u milletvekilliðinden düþürdü kurdên zaza xwe wek hemwelatîyê TC,yê nabînin Öcalan soruþturma komisyonu kurulsun! DTP kapatýldý, gerekçe terör DTP hate girtin Pirsa Kurdan Hat Munaqeþekirin Ji bo Sosyalist Enternasyonal û raya giþtî Ji CHP'ê îstîfayên girseyî destpêkirin
Niviskar
Rizgar Kêsteyî

Giyanê Pêþmerga û du xaniyên Mexrib

2009-12-29
Xizan Þîlan

ÎSKEÎSKA BEXTA PÎNEKIRÎ

2009-12-22
Kamran Simo Hedilî

ewqasî li benda te mam

2010-02-01
Ersîn Þerîf

Di þevên tarî û zilemat de xwendina helbestan.

2009-12-26
Heci Kardoxî

Hilbijartina Parlementoya Ewrûpayê û Helwêsta Rêxistinên Kurd li Swêdê

2009-11-19

Anket

Hun jibo çi malpera Radio Astî dixwînin?

ji bo program radio
Him ji bo nivîskar û him jî bo nûçeyên wî
Ji bo nivîskarên wî
Ji bo nûçeyên wî