Pirsa Kurdan Hat Munaqeþekirin
Pirsa Kurdan Hat Munaqeþekirin

2009-12-11 - 19:02

Roja 10.12.2009, li Stockholmê panelek bi sernavê Guherandinên li Tirkîyeyê û Pirsa Kurd ji alîyê ÎnsîyatÎfa Kurd li Swêdê-ÎKS hate organîzekirin. Ji parlamentoya Swêdê parlamenter Margareta Cederfeld, Yilmaz Kerimo, Fredrik Malm û Bodil Ceballos beþdarê panelê bûn. Di nav guhdaran de gellek ciwanên kurd hebûn ku, wan jî bêtir hêvîyê didan ku ew siyasetê ji nêzîk ve diþopînin.

Panel bi axaftina Azîz Aliþî dest pê kir. Azîz Aliþî bala panelîstan kiþand ku, pirsa kurdan pirseke neteweyî ye. Em rêz li demokrasî û li mafên merivan digrin lê ev her du xal pirsa neteweya kurd çareser nakin û ew ne problema me ye. Em milletekî xweser in, loma jî divê navê me û navê welatê me wekî rastîya xwe were pejirandin. Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û bila qanûna 12 îlonê bi tevahî ji holê rabe ku em ji îdareya kemalîst û generalan xilas bibin. Parlamentera Partîya Moderat Margareta Cederfeld, guherandinên li Tirkîyeyê bi erênî nirxand, lê ev guherandin kêm dîtîn û got ku, komara Tirkîyeyê di rêya YE de pirr giran û hêdî dimeþe. M. Cederfeld got, “divê Tirkîye di zûtirîn demê de pirsa demokrasîyê û mafên merivan çareser bike. Pirsa kurdan bi serê xwe pirseka girîng e. Herwiha em ji nezîk ve rewþa Îranê diþopînin û em baþ dizanin ku li Îranê milletê kurd miletekî xweser e.

Li gorî me kriza fînansê roleka gelek neyînî li ser siyasetê leyist. Em girtina tu partîyan rast nabînin.” Parlamenterê Folk Partiet Fredrik Malm jî got “Divê Swêd di warê dîplomasîyê de têkilîyên xwe bi Kurdistana Baþûr re xurttir bike. Guherandinên li Tirkîyeyê wekî televizyonên taybet, wekî guherandinên navê cihên cografîk, hin guherandinên xalên qanûna bingehîn, li zanîngeha Mêrdînê destûra dersdayina bi kurdî xalên erênî ne. Lê daxwaza girtina DTPê ne rast e û ev rîsk e. Dikarê rewþê aloztir bike. Min bixwe wezîrê karê derve Carl Bildt rexne kirîye. C. Bildt difikire ku Tirkîye bi rêya endambûna YE dikare xwe serast bike û daxwazîyan bi cîh bîne.” Ji Partîya Kesk Bodil Ceballos got “Em girîngîyeka taybet didin Solidarîtetê û loma jî em piþtgirîya miletê kurd dikin. Sînorên ku îro hene bêyî îradeya kurdan hatine danîn. Di van sê salên dawîn de hin guherandinên baþ dibin. Lê ew bi xwe têrê nakin û guherandinên din jî pirr giran dimeþin.

Ev ne bi dilê me ye. Lê em bi hêvî ne. Heger rojek were ku, ji bo endametîya kurdan bi dewletekê ve girêdayî (KT) têkeve rojeva YE, ez dibêjim wê gavê divê kurd bi nasnameya xwe beþdar bibin. Li gorî me, bila Tirkîye mafê kêmneteweyan bide û paþê têkeve YE.” Parlamenterê Sosyaldemokratan Yilmaz Kerîmo jî got “Tirkîye di rêyeka rast de ye lê bi derengî dimeþe. Di van 30 salên dawîn de pirr kêm guherandin bûne. Piranîya guherandinan li ser kaxiz in û ew jî ji ber ku YE dixwaze çêdibin. Di girtîgehan de hîn jî kurdî qedexe ye.

Ez þerm dikim ku ji CHP re bêjim Sosyaldemokrat. Bila korucutî yekser rabe. Bila desthilatdarîya leþkerî ji holê rabe û qanûna bingehîn bi tevahî were guherandin. Divê C. Bildt biçe, serdana bajar û bajarokên Kurdistanê jî bike, ne tenê Îstanbul û Ankarayê. Tu têkilîyên demokrasî, mafên merivan û qedexeya li ser ziman bi krîza aborîyê re tune ye.” Di beþê duyem de gelek pirs ji beþdaran hatin kirin û munaqeþe pirr germ û zindî bû. Berpirsîyarên Radyo Aþtî û Radyo Zayele jî di panelê de amade bûn. Panel bi awayekî serkeftî bi dawî hat.

10.12.2009 - Stockholm

www.radioasti.org


2009-12-11 19:02
Þirove
Nûçeyên din ku dikevin kategoriya Rojev
Sersala we pîroz be Programek bi wate li ser rewþa guhertinên dawî li Tirkiy û Kurdistanê Ergenekon Ahmet Türk ve Aysel Tuðluk,u milletvekilliðinden düþürdü kurdên zaza xwe wek hemwelatîyê TC,yê nabînin Öcalan soruþturma komisyonu kurulsun! DTP kapatýldý, gerekçe terör DTP hate girtin Pirsa Kurdan Hat Munaqeþekirin Ji bo Sosyalist Enternasyonal û raya giþtî Ji CHP'ê îstîfayên girseyî destpêkirin
Niviskar
Rizgar Kêsteyî

Giyanê Pêþmerga û du xaniyên Mexrib

2009-12-29
Xizan Þîlan

ÎSKEÎSKA BEXTA PÎNEKIRÎ

2009-12-22
Kamran Simo Hedilî

ewqasî li benda te mam

2010-02-01
Ersîn Þerîf

Di þevên tarî û zilemat de xwendina helbestan.

2009-12-26
Heci Kardoxî

Hilbijartina Parlementoya Ewrûpayê û Helwêsta Rêxistinên Kurd li Swêdê

2009-11-19

Anket

Hun jibo çi malpera Radio Astî dixwînin?

ji bo program radio
Him ji bo nivîskar û him jî bo nûçeyên wî
Ji bo nivîskarên wî
Ji bo nûçeyên wî