Atli bi Wenda pencereyek nû bo mûzîka Kurdî vedike
Yek ji temsîlkara herî girîng ya mûzîka hemdem a Kurdî Mehmet Atli albûma xwe ya dawîn a bi navê 'Wenda' derxist.

2009-11-20 - 12:03

Albûma Mehmet Atli di warê muzîkalî de gelek li pêþ e û kûr e. Stîl û form û dengên cewaz û cihêreng hatine bikaranîn. Stîla rojavahî yê bi qelîte û pêþketî ser bingeha formên mûzîka Kurdî hatiye saz kirin.Mehmet Atlý piþtî albuma bi navê ‘Jahr’ ji ber pirsgirêkên çap kirina albûmê gelekî navber dabû weþnadina berhemên xwe. Mehmet Atli bi wan ceribandinên xwe yên nû ên di nava "Wenda" de pencereyeke nû bo mûzîka Kurdî vedike.

Aranjoriya albuma ku ji 12 stranan pêk tê û ji aliyê Murat Ozturk, Serdar Keskîn û Mehmet Atli ve hatiye kirin Helbest û muzîkên stranan bi giranî yên Mehmet Atli ne û her wiha helbestên kesên wek Cegerxwîn, Evdila Peþêw û Arjen Arî jî hene.

Her wiha stranên Lo lo pismamo û Ay lê gulê ku guhdarên muzîka Kurdî baþ nas dikin bi dengê aram a Mehmet Atli ku hestên mirov pêl dike car din hatine þîrovekirin û xuya ye dê giyanên me rapêçin.

Wenda,Name,Li Geliyekî,Qefes,Gelawêj û Tu Havîn î, stranên ku giyana albumê tînin der in. Di albuma ku bi hestên kûr hatiye hûnandin de veqetîn,bendewarî,bêrîkirin û sirgûn li benda me ne. Albuma bi navê Wenda ya Mehmet Atli bi hêviya ku rengên nû tevî evîn û azadiyê bike li benda me ye. 
cawkani :hawar


2009-11-20 12:03
Þirove
Nûçeyên din ku dikevin kategoriya Kultur
Di þevên tarî û zilemat de xwendina helbestan (Stockholm) Þivan konserekê dide Kovara Vateyî buroyêko newe akerd Atli bi Wenda pencereyek nû bo mûzîka Kurdî vedike Leylan Wenda û Natirsim li benda we ne Diz ketin mala Nilûfer Akbal
Niviskar
Rizgar Kêsteyî

Giyanê Pêþmerga û du xaniyên Mexrib

2009-12-29
Xizan Þîlan

ÎSKEÎSKA BEXTA PÎNEKIRÎ

2009-12-22
Kamran Simo Hedilî

ewqasî li benda te mam

2010-02-01
Ersîn Þerîf

Di þevên tarî û zilemat de xwendina helbestan.

2009-12-26
Heci Kardoxî

Hilbijartina Parlementoya Ewrûpayê û Helwêsta Rêxistinên Kurd li Swêdê

2009-11-19

Anket

Hun jibo çi malpera Radio Astî dixwînin?

ji bo program radio
Him ji bo nivîskar û him jî bo nûçeyên wî
Ji bo nivîskarên wî
Ji bo nûçeyên wî