Leylan Wenda û Natirsim li benda we ne
Sê albumên nû 'Leylan'a Ayfer Duzdaþ, 'Wenda'ya Mehmet Atli bi etîketa Kom Muzîkê û 'Natirsim'a Diyar bi etîketa Kom û Mîr Muzîkê derketin.

2009-11-20 - 11:54

Yekem album: 'Leylan'

Hunermend Ayfer Duzdaþ salên dirêj e di nav muzîka kurdî de ye. Di bin banê NÇM'ê (Navenda Çanda Mezopotamyayê) de di Koma Vengê Sodirî, Koma Asmîn de cih girt, di nav gelek projeyên cur bi cur de cih girt. Duzdaþ niha bi yekem albuma xwe ya solo derket pêþberî hunerhezan

Di albuma ku navê "Leylan" lê kirine de 13 stranên cih girtine. Ji wan gotinên stranên 'Çarþemê' û 'Ûskira' aîdê Cemal Çelebî, strana 'Dîcle' yê Dayika Dîcle ye û stranên din gelêrî ne. Stranên albumê ji çar parçeyan hatine berhevkirin û bi kurmancî, zazakî û soranî hatine xwendin. Êþ, hesret, evîn bi dengekî dilþewat hatine vegotine.Aranjoriya albumê Mustafa Bîber kiriye û rengeke modern, bêyî reseniya kurdî winda bibe li albumê kiriye. Duzdaþ bi dengê xwe yê orjînal, cihêreng rih daye stranên 'Dotmamê', 'Dîcle', 'Çarþeme', 'Dîlber', 'Çil Mercan', 'Ay Dal Leyro', 'Ziravê', 'Laylayê', 'Qeqibo', 'Leyro Leyro', 'Kamel', 'Ûskira' û 'Xurnîk'

Ji dengê evînê 'Wenda'

Mehmet Atli di nav muzîka kurdî de ciheke girîng digire. Atli bi rihê evînî stranan dibêje, evînê pêþkêþî guhdaran dike. Piþtî "Jahr"ê Atli vê carê dibêje "Winda".

Di albumê de 12 stranên bi navê 'Ya Erê Ya Na', 'Pismamo', 'Wenda', 'Kennêr', 'Þino Nino', 'Name', 'Pisîk', 'Li Geliyekî', 'Ay Lê Gulê', 'Gelawêj', 'Qefes' û 'Havîn î'.Mehmet Atli, Murat Ozturk û Serdar Keskîn ne komekî bin jî ev demeke dirêj e bi hev re kar dikin, hunereke xweþik pêþkêþ dikin. Wan "Têlkarî" ku zêdetir enstrumantal e derxistibû ser dikê û çend caran konser dabû. Di vê albumê de jî bi aranjoriyê her sêyan mohra xwe li albumê daye.

Album bi muzîkekeke serketî, bi xwendineke narîn hatiye pêþkêþkirin, dengek evînî lê hatiye barkirin. Atli stranên balkêþ hilbijartine, rih daye helbestên navdarên kurdan. Ji Cegerxwîn girtiye "Pismamo", "Name"ya Evdila Pêþew pêþkêþ kiriye û "Li Geliyekî" ya Arjen Arî girtiye û guhdar birine geliyê. Her wiha strana "Ay lê gulê" ku gotinên wê aîdê Rêcnber in û muzîk aîdê Mihemed Þêxo ye jî di albumê de hatiye xwendin.

Diyar vê carê dibêje "Natirsim"

Hunermend Diyar bi dehan salan e rih dide stranên kurdî. Heta niha dengê wî li seranserê bajarên kurdan belav bûye, albumên wî hatine hembêzkirin. Vê carê ew dibêje "Natirsim" û albuma xwe ya nû pêþkêþ dike.

Di albumê de ji bilî "Lê lê Bêmal" a gelêrî ku Eyþe Þanê berê gotibû, stranan "Çiyayê Nurhaq" a Hamît Ertaþ û "Meverme Zeriya Min" a Suleyman Gunyelî stranên din gotinên wê aîdê Diyar bi xwe ne.Diyar bi "Gundê me" guhdaran dibe gundên ku hatine valakirin, bi "Natirsimê" serî hil dide, "Ax lê dayê"yê diyarî dayika xwe dike. Ew bi "Keçika Metê" dil ber dide keçikê, bi "Çiyayê Nurhaq" sîmgeyên cihêreng pêþkêþ dike.Wekî hemû albumên xwe Diyar di vê albumê de jî straneke bi tirkî xwendiye: "Pîro".

Di albuma Diyar ku aranjoriya wê Yaþar Baþozdeþ kiriye de stranên wekî 'Gundê Me', 'Natirsim'. 'Keçika Metê', 'Çiyayê Nûrhaq', 'Ax Lê Dayê', 'Zalim Yarê', 'Nikarim Bi Vî Dilî', 'Lê Lê Bêma', 'Yar Nakene', 'Meverve Zeriya Min', 'Pîro', 'Husna', 'De Were', 'Tu Nahatî'.

Wekî gotina dawî her sê album jî ne ji rêzê ne, bi deng û muzîka xwe, bi pêþkêþkirina stranan a cureyên cihêreng balê dikiþînin û hêjayî guhdarîkirinê ne.

Çavkanî: diyarname

2009-11-20 11:54
Þirove
Nûçeyên din ku dikevin kategoriya Kultur
Di þevên tarî û zilemat de xwendina helbestan (Stockholm) Þivan konserekê dide Kovara Vateyî buroyêko newe akerd Atli bi Wenda pencereyek nû bo mûzîka Kurdî vedike Leylan Wenda û Natirsim li benda we ne Diz ketin mala Nilûfer Akbal
Niviskar
Rizgar Kêsteyî

Giyanê Pêþmerga û du xaniyên Mexrib

2009-12-29
Xizan Þîlan

ÎSKEÎSKA BEXTA PÎNEKIRÎ

2009-12-22
Kamran Simo Hedilî

ewqasî li benda te mam

2010-02-01
Ersîn Þerîf

Di þevên tarî û zilemat de xwendina helbestan.

2009-12-26
Heci Kardoxî

Hilbijartina Parlementoya Ewrûpayê û Helwêsta Rêxistinên Kurd li Swêdê

2009-11-19

Anket

Hun jibo çi malpera Radio Astî dixwînin?

ji bo program radio
Him ji bo nivîskar û him jî bo nûçeyên wî
Ji bo nivîskarên wî
Ji bo nûçeyên wî