![]() |
Kamran Simo Hedilî
|
| x ewqasî li benda te mam |
|
stêra guharên asîmanan senfonaya bêxewiyê þirîka tenêtiya rondikên bidizî dilêriya li pêþberî mirinê pirpirîka reqsa biharê afirênera beyanên min ewqasî li benda te mam dengê þadiyê dev ji min berda cihên tewafa ramûsanan xwe li awirên min dipêçin stêra gerok di nava min de mezin dikin zivistanên vir avê di gewriya min de dikin kevir ewqasî li benda te mam dengê þadiyê dev ji min berda efsana sîmirê hawaran firokiya siwarê hespê çîrokan dûyê pixûriya hurmûzgehan dar ewr rê germ û sarî Têlî ya Husênê Farî li bendewariya min digirîn ewqasî li benda te mam dengê þadiyê dev ji min berda þevên çav tenî baranên tî zinarên bîrovgirtî hevrazên mija dûr serniþivên gêj rawestgehên serxweþ û tofanên bê zayîn li bendewariya min barîn ewqasî li benda te mam dengê þadiyê dev ji min berda baweriya ol û felsefê nêrîna çep û rastê îro û dawiya jînê keþtiya henasa hebûn û nebûnê êþa vebûna rayên xwînê qirçe qirça darbestên birîndar birûska þikestokên giyanê min þikandî li bendewariya min dinalin ewqasî li benda te mam dengê þadiyê dev ji min berda 05.01.2010 Kamran Simo Hedilî |
![]() |
2010-02-01 | Nivîs | 526 | car hatiye xwandin |
![]() |
![]() |
|
Nivîsên din yê Kamran Simo Hedilî
|
|
Þirove
|
![]() |
Rizgar Kêsteyî
Giyanê Pêþmerga û du xaniyên Mexrib 2009-12-29 |
![]() |
Xizan Þîlan
2009-12-22 |
![]() |
Kamran Simo Hedilî
2010-02-01 |
![]() |
Ersîn Þerîf
Di þevên tarî û zilemat de xwendina helbestan. 2009-12-26 |
![]() |
Heci Kardoxî
Hilbijartina Parlementoya Ewrûpayê û Helwêsta Rêxistinên Kurd li Swêdê 2009-11-19 |








