Hilbijartina Parlementoya Ewrûpayê û Helwêsta Rêxistinên Kurd li Swêdê
  Heci Kardoxî

          info@radioasti.org
         x Hilbijartina Parlementoya Ewrûpayê û Helwêsta Rêxistinên Kurd li Swêdê

Her çi qas jimareka misûger li ber destê mirov ne be jî lê dîsan kurd li Swêdê grûbeka mezin e ku jimara wan li dora 70-80 hezarî ye û roleka mazin jî di civaka Swêdê de distînin. Ez dê li vir ne  behsa baþî û xirabiyên civaka kurd bikim di gel ku bi sedan xortên kurd ji ber karên neçê di zindanan de dema xwe derbas dikin. Ev babet babeteka cuda ye û divê mirov di derfeteka din de behs bike.

Em werin ser babeta xwe ya hilbijartinên parlementoya Ewrûpayê. Wek em dizanin li piraniya welatên Ewrûpa’yê hevwelatiyên welatên Ewrûpa di 7 ê hezîranê de çûn ser sindoqan û dengê xwe dan. Kurdên Swêdê jî di hilbijartinên vê carê de dengê xwe dan berendamên kurd ku di partiyên Swêdî de xwe berendam kiribûn.

Berendamên Kurd eve bûn : ji partiya Sosyaldemokrat Evîn Çetîn, Josef Erdem, Partiya Çep Vänster Faruk Aslan, Bêrîvan Ongurur, MP Partiya Kesk Rêbwar Hassan, Jabar Amîn û ji partiya liberal FP zavê me kurdan Fredrîk Malm.Fredrîk Malm niha parlementerê Partiya Liberal ê û di parlemana Swêdê de ye. F.Nalm piþtgirekî baþ yê kurda ye û her dem doza kurdan dide pêþ. Min bawerî heye ku egera  kêm dengirtina Fredrîk Malmî ji kurdên bakur vedigere ser vê yekê ku Fredrîk Malm di mesela kurdên bakur de ne ew çend çalak e wek parçeyên din.

Ta roja dengdanê jî bi heyecaneka mezin xebatên hilbijartinê di nav berendamên partiyan de dewam dikirin û xebata xwe ya kesatîyê ji bo hilbijartinê dimeþandin. Hêjayê gotinê ye ku mirov diyar bike ji bo xwendevanên ku li derveyê Swêdê ne mafê her berendamekî hebûn ku hilbijêr karibin dengê xwe bidin wî kesî/ê ku wan divêt. Vêja kî li ku devera Swêdê bana dikaribû dengê xwe bida berendamê xwe.

Çima dengê kurdan belav bû?

Kurd çewa ku yekîtiyeka wan ya netewî di warê siyasî de tuneye, di warê hilbijartinê de jî ne bû. Kurdan diþiyan berê hilbijartinê bi salek amadekariya xwe bikrana û kesekî welatparêz ku dikaribû dengê kurdan di parlementoya Ewrûpada berz bikra destnîþan bikrana. Di vir de kêmasiya mazin a rêxistinên kurdan e. Di serî da jî ya PDK, YNK, PKK û heta Federasyona Komelên Kurdistanê li Swêdê. Reng e þaþ be ku bi eþkere partiyek yan rêxistinek piþtgiriya kesekî bike û bêje dengê xwe bidin filankesî. Lê dîsa jî mirov didît ku PDK û Federasyonê pirtir mêla wan li ser Fredrîk Malm partiya Liberal FP bû. PKK ê jî piþtgiriya du berendaman kir Faruk Aslan Partiya Çep û Evîn Çetîn Partiya Sosyaldemokrat. Lê piraniya hilbijêrên alîgirên PKK dan Evîn Çetînê. Piraniya KUK’çiyên berê, hemþeriyên wê û kesên bêlayan jî dengê xwe dan Bêrîvan Ongurur ê ya ser bi partiya Çep. Berendamên din wekî Josef Erdem, Rêbiwar Hessnî, Jabar Amînî jî piraniya dengên xwe ji Komelên kurd û biyanî girtin ku ev jî bi saya xebata wan ya þexsî bûn.

40 hezar dengê kurdan þewitî

Eger yekitiyeka kurdan hebûna ku li ser namzadekî bi hev bikrana wê misgûer kesekî biþandana Parlementoya Ewrûpa. Gelo  berendamên kurd çima ev çend zêde xwe kandît kirin? Gelo wan çiqas þans didan xwe ku wê bihatina  hilbijartin? Ez bawer im ku piraniya wan wek navê xwe dizanibûn ku wê ne yên hilbijartin. Yên ku pir îdîal bûn û þans didan xwe Evîn Çetîn û Berîvan Öngörur bû. Di gel ku Berîvan çû Kurdistanê jî di gel serokê herêma Kurdistanê jî rûniþt, propaganda xwe kir dîsan jî bi ser ne ket. Wek min li jor behs kir’ PDK rêxistina Swêdê û piraniya Ferderasyonê piþtgiriya Fredrîk Malm kirin.

Evîn Çetînê kampanyeka gelek serkeftî kir

Di gel ku Evîn Çetîn bi temenê xwe gênc e jî lê siyasetvaneka serkeftî ye. Bi zîrekiya xwe þiya grûbeka xortên kurd li dora xwe kom bike ku bûn dînamo ji bo xebata wê. Di warê propaganda de mirov dikare bêje ku ji hemû berendamên partiyên swêdî pirtir serkeftî bûn. Emcamên xebata wê ya bidestxistina dengan diyar dike ku xebateka baþ bi rê ve bir. Di gel ku piþtgirî ji partiya xwe jî ne girt ta ku hindek kes ji partiya wê û partî û rêxistinên kurda jî li dijî wê  propaganda dikirin, ku terefdara apociyan e. Di gel hemû alozî û kêmasiyan jî Evîn Çetînê pêþkeftinek bi dest xist, ji rêza 29 an hat ya 5 an.

Mixabin ku kesek jî ne hat hilbijartin bi rastî dilê min ji bo çend kesekê dixwast ku bihêne hilbijartinê û bi kêmanî li ser kursîka Feleknaz Uca’yê rûniþtana û bibana piþtevanê doza gelê xwe.

Ez hêvîdar im ku em dev ji vê sekteriya xwe berdin û dersek jê bigrin da ku di hilbijartinên bên de siyasteka yekgirtî ya netewî  ji bo berendamên kurd hebe ku bi kêmasî em karibin kesekî verêkin parlementoya Ewrûpayê  ku pêwîstiya me kurdan pir pê heye.

Encam

Encama hilbijartinên 7 Hezîranê li gor partî û berendamên wan bi vî awayî ye.
Dengên herî zêde ku bi dest xist Evîn Çetîn e ku bi ser Partiya Sosyaldemokrat e. 21830-  % 2,83 procent, Jusif Erdem 2665- 03,4 procent, Partiya Çep Vanster, Berîvan Öngörur 3596- %2.01 , Faruk Aslan 1624 %0.91 procent, Partiya Kesk MP Rêbwar Hassan 3605 %1.03 procent Jabar
Hilbijartina Parlementoya Ewrûpayê û Helwêsta Rêxistinên Kurd li Swêdê

Amîn 1246 % 0.36 procent, Partiya Liberal FP Fredrik Malm 6248 % 1.45 procent.
Tevaya dengên berendamên kurd dike 40814 deng. Vêca pênûs û defter li cem we hûn bijmêrin ku heger dengê kurdan li ser hev ba, wê misûger namzadek biþandana Parlementoya Ewrûpayê.

18 Hezîran 2009
Haci Kardoxî


 

2009-11-19 Nivîs 874  car hatiye xwandin
Nivîsên din yê Heci Kardoxî

Hilbijartina Parlementoya Ewrûpayê û Helwêsta Rêxistinên Kurd li Swêdê

Þirove
Niviskar
Rizgar Kêsteyî

Giyanê Pêþmerga û du xaniyên Mexrib

2009-12-29
Xizan Þîlan

ÎSKEÎSKA BEXTA PÎNEKIRÎ

2009-12-22
Kamran Simo Hedilî

ewqasî li benda te mam

2010-02-01
Ersîn Þerîf

Di þevên tarî û zilemat de xwendina helbestan.

2009-12-26
Heci Kardoxî

Hilbijartina Parlementoya Ewrûpayê û Helwêsta Rêxistinên Kurd li Swêdê

2009-11-19

Anket

Hun jibo çi malpera Radio Astî dixwînin?

ji bo program radio
Him ji bo nivîskar û him jî bo nûçeyên wî
Ji bo nivîskarên wî
Ji bo nûçeyên wî